Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Sala Perwerdê Îsal bi Awayê Rûbirû Destpê Kir


Li Tirkîyê perwerdeya sala nû bi awayê rûbirû destpê ki ku jiber pandemîyê sala borî de perwerde bi awayê onlaynî hatibû kirin.

Jibo cîhanîna perwerdeyê hin bergirîyên nû jî hatin stendin. Biryat hat dayîn ku karanîna maskê jibo hemû xwendevan mecburî be û malbat jî nikaribin têkevin nav dibistanan. Rêbazên mesafeyê û sîstema rûniştinê jî hate dîyar kirin.

Mahmut Ozer
Mahmut Ozer

Wezîrê Perwerdeyê Mahmut Ozer ragihand ku jibo destpêkirina perwerdeyê pêdivî bi çi bergirîyan hebe, wan ew bi cîh anîne.

“Di 6ê Îlonê de di hemû astan de heftê 5 roj me perwerdeya rûbûrû da destpê kirin. Di demên perwerdeyê de wê ti kêmbûnek nebe.”

Ozer li ser vaksînbûna mamosyayan jî sekinî û got ku rêjeya mamostayên ku vaksîn bûne bilind e.

“Mamostayên me jî herî kêm vaksîna pîva yek çêkirine. Yên ku vaksînî bûne rêjeya wan % 80,34 e û di navbera 6 û 16ê Tebexê de vaksînkirina mamostayan % 7 zêde bûye.”

Li Tirkîyê varyanta nû ya COVID-19 her ku diçe di nav gel de xwe dîyar dike. Jiber vebûna dibistanan jî rêxistinê saxlemîyê di vî warî de hişyarîyê didin.

Selma Atabey
Selma Atabey

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê û Civakî (SES) Selma Atabey ji Dengê Amerîka re vebûna dibistanan nîrxand.

“Niha dibistan vebûn. Di vî warî de wê tengahîyeke mezin pêk were. Jibo ku li Tirkîyê her ku diçe varyantên COVID-19 belav dibin û ew li ser zarokan jî bandor çêdikin. Wezareta Perwerdeyê dibêje ku % 80 mamosteyan vaksînî bûne, lê hîn % 20 nevaksînkirî ne. Ew mamoste ser xwendekar û mamosteyên din rîskên nû pêk tînin.”

Li gor pêzanînên Wezareta Perwerdeyê li Tirkîyê ji 18 mîlyon zêdetir xwendevan hene, lê tenê 5 mîlyon xwendevan diçin dibistana destpêkî.

Hejmara mamostayan jî nêzîki 1 mîlyon û 200 hezar e û polên ku tê de perwerde têne kirin jî 727 hezar 347 in.

XS
SM
MD
LG