Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 85 Rojnamevan li Girtingehê Ne


Di Roja Rojnamevanîya Cîhanê de li Tirkîyê 85 rojnamevan ev roj li girtingehê pêşwazî kirin.

Li gor rapora Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) di nav 180 dewletan de mafên rojnamevanan tê çavsandin. Li gor vê raporê, Tirkîye di nav van 180 dewletan de di rêza 154’an de ye, lê sala çûyî jî di rêza 157’an de bû.

Li Tirkîyê hejmara rojnamevanên girtî ji alîyên hin rêxistinan ve cûda tê nîşandan.

Li gor hejmara Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) 85 rojnamevan girtî ne. Lê li gor Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firatê (DFG), ku navenda wî li Amedê ye, hejmara girtîyên rojnamevanan 104 e.

TGS’ê, di Roja Rojnamevanên Cîhanê de ser binpêkirina mafên rojnamevanên Tirkîyê raporek amade kir.

“Di nav van 10 salên dawî de zextên ku li ser rojnamevanan de hene ne tenê zîndankirin e. Rojnamevan êdî nikarin li Tirkîyê pênivîsên xwe di warê rastîyê de bikar bînin.”

Li gor vê raporê di nav saleke de 103 rojnamevan 108 car hatine binçav kirin û wan jî 239 roj di binçavkirinê de dem derbaz kirine.

Yên ku girtî ne jî di nav wan de, derheqa 6 kesan de hê dozname nehatiye amade kirin. Hin rojnamevan di binçavan de bûne armanca lêdanê û gelek televîzyon, rojname, radyo, malpêr hatine ceza kirin.

Kemal Avci
Kemal Avci

Di warê rojnamevanîyê de rewşa Tirkîyê endamê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) Kemal Avci ji Dengê Amerîka re got ku desthilata sîyasî li pêşîya derbirîna azad çavtirsandineke mezin bikar tîne.

“Desthilatî tenê dixwaze ku ew rojnamevanên ku wan dipesînin, kar bikin. Jiber wê dixwaze pêşîya rojnamevanên azad bigire û gelek ji wan jî kirine zindanê.”

Avci reşbînîya xwe dîyar dike ku di demeke kin de Tirkîyê di warê demokrasî pêş keve.

ED_05_04_2020_Kemal_Avci
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:29 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG