Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Azadîya Ragihandinê de Rewşa Rojnamevanî li Tirkîyê Çawa Ye?


Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) di raporta azadîya çapemenî ya îsal de ragihand ku Tirkîye di nav 180 welatan de di rêza 153’an de ye.

RSF dide zanîn ku di warê ewlekarîyê de 130 welat, piçûk an jî giran, azadîya rojnamevanan sînordar kirinê û Tirkîye jî di nav vê xeta sînorkirî de ye.

Li gor rapora Federasyona Rojnamevanên Navnetewî (IFJ) û Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) li Tirkîyê karê rojnamevanîyê di asteke xetere de nîşan didin.

TGS radigîhîne ku êrîşên polîsan li ser rojnamevanan zêdetir dibe û çapemenîya Tirkîyê ji % 90 di bin kontrola hikûmetê de ye.

Dîsa li gor pêzanînên TGS’ê, 43 rojnamevan hîn jî li zindanên Tirkîyê girtî ne.

Kemal Avci
Kemal Avci

Rojnamevan Kemal Avci dibêje ku Tirkîye her sal di warê azadîya rojnamevanîyê de paşde diçe.

“Di hêlekê de Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan behsa reformên hiqûqê dike, lê di hêla din de jî mafên derbirînê têne asteng kirin û mafên rojnamevanan têne binpê kirin. Ev jî bêhiqûqîyeke mezin e.”

Rojnamevan Îhsan Kaçar jî bal dikûîne ku çavtirsandina ser rojnamevanan her roj zêdetir dibe.

Îhsan Kaçar
Îhsan Kaçar

“Jixwe karê me rojnamevanan her gav giran bû, lê niha jiber koronayê hîn girantir bûye. Lê li Tirkîyê astengtîyeke din heye ku ew jî helwesta desthilatî ye. Gava rojnamevan dasthilatîyê rexne dikin, rastî gelek kêşeyan tên. Ev jî nahêle ku em kare xwe bi azadî bikin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîye di raporta RSF ya 2020’an de jî di rêza 154’an de cîh digirt.

ED_03_05_2021_Roja_Rojnamevanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:37 0:00

XS
SM
MD
LG