Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Parlamana Tirkîyê Dibêje Ewê Sîstema S-400 ya Rûsî Bikirin


Volkan Bozkir, serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya parlamana Tirkîyê îro Pêncşemê got ku welatê wî dê sîstema berevanî ya S-400 ya Rûsî bikire.

Bozkir got ku wan beşeke mezin ya dirava heqê wê sîstemê dane Rûsya û ewê wê peyvajoyê heta meha Mijdarê bi dawî bînin.

“Tenê jiber ku hîn pirsgirêkên Rûsya bi welatekî ku em gelek xema wê dixwin heye, em rast nabînin ku ew kêşe ji ser Tirkîyê were çareser kirin,” Bozkir ji rojnamevanan re got.

Amerîka bi tundî dijberîya Tirkîyê dike ku ji Rûsya sîstema S-400 bikire, bi sedema ku ew sîstem dikare zararê bigehîne sîstema berevanî ya NATO.

Washington hember kirîna sîstema S-400 pêşnîyareke alternatîf raberî Enqerê kiribû û heta 15’ê Sîbatê dem dabû wî welatî ku dest ji kirîna sîstema Rûsan berde.

Karbidestên Amerîkî gotibû ku ger Tirkîye sîstema S-400 bikire, ewê pêşnîyaza xwe ya firotina paketa muşekên Patriot ya bi nirxê 3.5 mîlyar dolaran paşve bikşînin.

Wahingtonê herwiha hişyarî dabû Enqerê ku bi biryara kirîna sîstema Rûsan, firotina firokên şerker yên F-35 jî wê têkeve xeterê û toleyên nû hember Tirkîyê werin danîn.

XS
SM
MD
LG