Tirkîye îro Înê dibêje ku ew ji toleyên Amerîkî yên ser biryara wê ya kirîna sîstema berevanî ya Rûsî natirse.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu got ku çi bibe bila bibe û çi tole deynin, me S-400 kirîne," Mevlut Cavusogluli Enqerê ji rojnamevanan re got.
Wî da zanîn ku ew niha ser dema teslîmgirtina sîstemê dixebitin ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê di nîva yekê ya Tîrmehê de mûşekan wergirin.
Amerîka dijî kirîna Tirkîyê ya mûşekên S-400 ya Rûsî ye, bi sedema ku ew sîstem jibo firokên F-35 xeter e.
Washingtonê heta 31’ê Tîrmehê dem dabû Enqerê ku kirîna mûşekan bisekinîne yan rûbirûyê toleyên nû yên aborî, leşkerî û sîyasî bimîne.
Amerîka dibêje ku sîstema S-400 bi sîstemên din yên NATO re bi başî kar nake, loma ew dijber in ku hin hevkar û hevalbendên wê sîstema S-400 bikirin.
Tirkîyê îdia dike ku kirîna sîstema S-400 tenê jibo berevanîya wê ye û ti metirsî li ser welatekî din çênake.