Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tirkîye Amadekarîya Ceribandina S-400'an Dike


Ajansa Reuters îro Înê radigihîne ku Tirkîye biryara sînordarkirina qadên esmanî û yên deryayî li herêma Derya Reş da ku ceribandina sîstema S-400 ya Rûsî bike.

Li gor agahdarkirina Tirkîyê divê keştî li nêzî bajarê Sînopê ya bakurê Tirkîyê, di 16ê Cotmehê de ji kiryarên xwe agahdar bin û firok jî heta 61,000 metre ji qadên esmanê dûr bisekinin.

Reuters bi bîr tîne ku sîstema berevanî ya S-400 berî hefyetekê ji wî herêmê re hatibû veguhgastin.

“Tevî ku Tirkîyê sala borî ceribandina çekên ji erdê ber bi banî (surface-to-air weapons) pêk anîbûn, dibe ku ceribandineke nû girjîya Enqerê ya bi Washingtonê re zindî bike. Amerîka bawer dike ku S-400 ser sîstema berevanî ya NATOyê xeterîyeke mezin e.”

Washingtonê, wek bersîvdana biryara Tirkîyê ya kirîna çekên Rûsî, sala borî Tirkîye ji programa hevbeş ya F-35 derxistibû û gefa toleyên li dijî wî welatî kiribû.

XS
SM
MD
LG