Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Erebistana Saudî Hişyarî Didin Rûsyayê ku Êrîşê Serhildayan Dike


Feridun Sinirlioglu

Tirkîye û Erebistana Saudî hişyarî didin Rûsyayê ku maytekirina wê li Sûrîyê dikare encamên girîng derxîne.

Enqere dibêje, êrîşên esmanî yên Moskowê ku bo piştgirîya rejîma Esad têne kirin, çewtîyeke pir mezin e.

Her du welatên bi piranî Sunnî piştgirî didin opozîsyona nermrê ya Sûrî ku tê gotin dibin armanca êrîşên esmanî yên Rûsî ku şerê hêzên rejîma Esad dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Feridun Sinirlioglu, piştî hevdîtina xwe ya ligel hevtayê xwe yê Saudî, Adel al-Jubeir got rûsya şaşitîyeke pir mezin dike.

“Tiştê ku Rûsya li Sûrîyê dike ti feyda nayîne û tenê veguherîna sîyasî li welatî dereng dixe ku Sûrîyê ji vê rewşa aloz derkeve.”

Enqere di xemê de ye ku Rûsya di êrîşên xwe de, ji DAIŞê pirtir, serhildayên dijî Esad dike armanc, lê Moskow wê îdiayê red dike.

Wezîrê Derve yê Rûsî Jubeir jî dîyar kir ku Erebistana Saudî û Tirkîyê di destekdayîna opozîsyiona Sûrî de hevbîr in.

XS
SM
MD
LG