Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirk bi Topan Êrîşî Bir Ser Dergehê Sêmalka


Îro Çarşemê danê sibehê artêşa Tirkîyê ji qereqola li hember gundê Xirab Reşkê, çend hawan avêtin Dergehê Sêmalka ya navbera Rojava û Herêma Kurdistanê.

Baz Ehmed, rêvebirê Sêmalka ragihand ku artêşa Tirkîyê nêzîkî seet 10 dora 12 top avêtin, lê teqez kir ku tevgera çûnûhatinê nehat rawestandin û rewş aniha normal e.

Li gor ajansa Hawar, di encama êrîşê de du endamên Asayîş birîndar bûn û YPG’ê jî bersîva wê êrîşê da.

Rojnamevan Hebîb Zavê bi bîr tîne ku di vî dergehê sînorî re şandeyeke ji parlementoya Brîtanî derbazî Rojavayê Kurdistanê bûbû.

Hêjayî gotinê ye ku cîhê armanckirî nêzîkî balefirgeha Rimêlan a leşkerî ye ku balefirên koalîsyona navneteweyî bikar tîne.

Heta niha piştrast nebûye ku li cîhê armanckirî navendên koalîsona navneteweyî heye yan na.

ZO_04_04_2018_Semelka
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:00 0:00

XS
SM
MD
LG