Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina Qasim Silêmanî li Tirkîyê Çawa Tê Nirxandin?


Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihandibû ku Generalê Îranî Qasim Silêmanî yê Hêza Quds ya Pasdaran di êrîşekê esmanî de li Bexda hat kuştin.

Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin got ku êrîşa dijî Silêmanî wê alozî û pevçûnên li heremê mezintir bike.

“Em bang li hemî alîyan dikin ku gavên ku alozîyê kurtir bike nevêjin. Welatê me jibo aşitîya cîhan û heremê wê hemî derfetên dîplomasîyê bikar bîne," Kalin got.

Wî ragihand ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro li ser rewşa ewlehîya herêmê kombûneke bilind li dar dixe.

Wezareta Derve ya Tirkîye jî daxuyanîyek belav kir û fikara xwe ya di alozîya navbera Amerîka û Îranê ragihand.

Berdevkê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk got ku êrîşa dijî Qasim Silêmanî û yên ligel wî bêîstqrarî kûrtir dike.

“Ev bûyer hem li dijî gelê Îraqê ye hem jî li dijî gelên herêmê ye," Çelîk got.

Cîgirê Berdevkê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Saruhan Oluç jî ser rojevê daxuyanîyeke nivîskî da û îdia kir ku Amerîka bi kuştina Silêmanî şerekî kiryarî bi Îranê re daye destpê kirin.

KHF_01_03_2019_Silêmanî_Reaksîyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:42 0:00


XS
SM
MD
LG