Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Îro jî 1 Leşkerê Tirk li Sûrîyê Hate Kuştin, 5'ên Din jî Birîndar Bûn


Derbesta leşkerekî Tirk ku li Sûrîyê hatiye kuştin
Derbesta leşkerekî Tirk ku li Sûrîyê hatiye kuştin

Associated Press ji zarê ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê ragihand ku leşkerekî Tirk, di şer de li bakurê Sûrîyê hate kuştin, 5 leşkerên din jî bi sivikî birîndar bûn.

Do Pêncşemê jî 3 leşkerên Tirk li heman herêmê hatibûn kuştin ku Enqerê hêzên hikûmeta Sûrî bi wê êrîşê tawanbar kiribû.

Karbidestên Tirk ragihand ku bûyera kuştine, di encama pevçûnên bi çekdarên DAIŞê re, li nêzîkî bajarê Bab qewimî.

Tirkîyê hêzên bêjeyî şandine Sûrîyê ku li kelêka Mertala Fêratê, dijî DAIŞê şer bikin û pêşî lihevgîhandina kantonên Kurdî bigirin.

Li kor karbidestên Tirk, di pevçûnan de 4 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin, 25 şervanên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG