Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Ger Hêzên Sûrî Têkevin Efrînê, Emê Şerê Wan Bikin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê hişyarî da hikûmet Sûrîyê ku ewê şerê hêzên wê ku bo parastina şervanên YPG'ê têkevin Efrînê, bikin.

“Ku hikûmet jibo paqijkirina PKK'ê û PYD'ê dikeve Efrînê, pirsgirêk tuneye, lê ger tên ku wan biparêzin, ti kes û ti tişt nikarin me bisekinînin, leşkerên Tirk rawestînin,” Cavuşoglu di preskonferansekê de li Urdunê got.

Medya dewleta Sûrî ragihand ku mîlîşayên ser bi hikûmetê, di demjimerên pêşî de têkevin Efrînê ku dijî hêzên Tirk şer bikin.

Tirkîyê meha borî dest bi operasyoneke leşkerî ya dijî herêma Efrînê kiribû.

XS
SM
MD
LG