Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Kesê ku li Tirkîyê Desteserkirî Ye, Ne Dîplomat E


Rêvebirîya Amerîka îro Pêncşemê ragihand kesê ku ji alîyê karbidestên Tirk ve jiber tawanên firotina pasaportên sexte hatiye desteser kirin, ne dîplomat e.

"Em agahdar in ku hemwelatîyekî Amerîkî li Tirkîyê desteserkirî ye. Ew kes ne dîplomat e. Em xizmetên rekûpêk yên konsulî peyda dikin," berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîka roja Çarşemê got.

Polîsên Stenbolî got ku kesê Amerîkî di 11ê Mijdarê de, bi şika firtona pasaporteke sexte ji kesekî Sûrî re hatiye desteser kirin. ”Li ser wî kesî 10 hezar dolar dirav hebûn û kamerayên ewlekarîyê nîşan didin ku her du kes kinc dan hevdu.”

Karbidestên Tirk got ku nave kesê desteserkirî D.J.K. ye û ew li Balyozxaneya Amerîkî ya li Beyrutê dixebite.

Kesê Sûrî hatibû desteser kirin, dema ku wî hewil dida bi pasaporta bi navê D.J.K bireve Almanya.

Ajansa Anatolî ya dewleta Tirk ragihand ku kesê Sûrî piştî lêpirsînê hatiye berdan û dijî wî dozeke sextekarîyê hatiye vekirin.

Peywendîyên Amerîka û Tirkîyê di salên dawî de xirabtir bûye û yek ji sedemên wê yekê desteserkirina karmendên dîplomatîk yên Amerîkî ye, ku Tirkîye îdia dike peywendîya wan bi torên pişt darbeya têkçûyî ya 2016an heye.

XS
SM
MD
LG