Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Navê Cadeya Pêşberî Balyozxana Amerîka Kir Şaxa Zeytûnê


Balyozxana Amerîka Li Enqerê
Balyozxana Amerîka Li Enqerê

Cadeya pêşberî Balyozxana Amerîka li Tirkîyê dê bi navê "Şaxa Zeytûnê" were bi nav kirin ku navê operasyona Tirkîyê ye li Sûrîyê.

Ew pêngav mînakek herî dawîyê ye ji pêwendîyên aloz yên di navbera Tirkîyê, hepeymana NATO, û Amerîka de.

Êrîşa serbazî ya Tirkîyê, ku bi “Şaxa Zaytûnê” hatîye bi nav kirin şervanên Kurd (YPG)ê li Sûrîyê, yên ji layê Amerîka ve têne piştgirî kirin, dike armanc.

Şaredarê Enqerê Mustafa Tuna roja Duşemê twît kir, “me pêşnîyara pêdivî jibo guherîna navê Cadeya Nevzat Tandogan li pêşberî Balyozxaneya Amerîka bo ‘Şaxa Zaytonê’ îmza kirîye.”

Tuna got ku niha ew biryar dê pêşkeşî parlemana bajarê Enqerê were kirin, cihê ku egerek zêde heye wê biryarê bipejirîne.

XS
SM
MD
LG