Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Ligel Amerîka Planên Hevbeş yên Dijî DAIŞê Hene


Leşkerên Tirk li ser tixubê Sûrîyê
Leşkerên Tirk li ser tixubê Sûrîyê

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Feridun Sinirlioglu îro Çarşemê dibêje, planên Enqerê hene ku operasyoneke hevbeş bi Amerîkayê re bike û dawî li hebûna DAIŞê li ser sînorê Sûrîyê bîne.

Sinirlioglu ji ajansa Anadolu ya dewletê re got ku li hin deverên nêzîkî tixubê li Sûrîyê mîlîtanên DAIŞê hene.

"Hin planên me hene ku dawî hebûna DAIŞê ya li nêzîkî sînorên me bînin,” Sinirlioglu got.

Wî eşkere nekir ku ew plan çi ne, lê da zanîn ku plan bi hevkarîya Amerîkayê werin cîhanîn.

Sinirlioglu bi berdewamî got ku dema planên wan temam bin, operasyonên hember DAIŞê bi awayekî gûrtir bidomin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ji di CNN de li ser heman mijarê axifîbû.

“Emê bi Tirkan re dest bi operasyoneke hevbeş bikin da ku tixubê bi dirêjîya 98 kîlometreyan ji DAIŞê paqij bikin,” Kerry gotibû.

XS
SM
MD
LG