Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke Tirk bo Kêmkirina Alozîyan Dê Serdana Washingtonê Bike


Şandeyeke Tirk dê bo kêmkirina girjîya di navbera Tirkîye û Amerîka de serdana Washingtonê bike.

Medya Tirk dabû zanîn ku her du alîyan ‘’pêşlihevkirin’’ jî îmza kiriye, lê ew îdia nehat piştrast kirin.

Wezîrên Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu di 3’ê Tebax3e de, li Sîngaporê kom bûbûn.

Her du wezîr di Hilcivîna Yekîtîya Neteweyan ya Asya Başûrê Rojhilat (ASEAN) de civîyabûn û biryar dabûn ku bo çareserkirina kêşeyên di navbera Amerîka û Tirkîyê de danûstandinan bidomînin.

Jêderên Wezareta Derve ya Tirkîyê, dê şandeya Tirk, bi seroktîya Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal di dema herî nêz de here Washingtonê.

Jêderên wezaretê dîyar dikin ku di navbera Amerîka û Tirkîyê de ‘’bingeha lihevkirinê’’ heye û didin zanîn ku ewê danûstandinan bidomînin.

Şandeya Tirk ji 9 kes pêk tê û di nav wan de berpirsên wezaretên dad, darayî û derve hene.

XS
SM
MD
LG