Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Radigihîne ku ji Çînê 6,5 Mîlyon Vaksîna Coronavac Giheştine


Hikûmeta Tirkîyê ragihand ku di çarçoveya peymana bi kompanîya Sinovac ya Çînî de, 3 mîlyon vaksîn giheştin Tirkîyê.

Vaksîna Coronovac cara pêşî di 13’ê mehê de li Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca û endamên Desteya Zanistî hatibû xistin. Piştî wan, dor hatibû ser xebatkarên saxlemîyê û hemwelatîyên ji 90 salî mezintir.

Wezareta Saxlamîyê radigihîne ku heta neha 1,255,320 kes hatine vaksîn kirin.

Endamê Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) Halîs Yerlîkaya dibêje ku Tirkîye hewceyî pirtir ji 120 mîlyon vaksînan e.

''Divê vaksîn li sedî 70’ê civakê were dayîn ku em bikaribin li dijî virûsê bi ser kevin. Jjiber ku di nav deh mehên pandemîyê de Tirkîyê prosesê bi zelalî nemeşandiye, di nav xebatarên saxlemîyê hember daxuyanîyên fermî de bêbawerîyek çêbûye.”

Dr. Yerlîkaya bal dikşîne ku di hîşa karmendên saxlamîyê de gelek pirs hene û bi bandorbûna vaksîna Sinovac jî yek ji wan mijaran e.

“Jiber ku tenê li sê welatan ev hatiye ceribandin wem wek xebatkarên saxlemîyê di nav fikaran de ne.''

Li gor pêzanînên Wezareta Saxlamîyê heta neha li Amedê 19,205 kes hatine derzî kirin bûne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:40 0:00

XS
SM
MD
LG