Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dijî Bacên Gumrukê yên Amerîka Serî li WTO Da


Navenda giştî ya WTO li Cenevre, Swîsre
Navenda giştî ya WTO li Cenevre, Swîsre

Rêxistina Bazirganî ya Cîhanî (WTO) îro Duşemê ragihand ku Tirkîyê li dijî bacên gumrukê yên Amerîka yên ser berhemên wê yên alîmînyum û pola gilî kiriye.

“Tirkîyê gilîya xwe pêşkêşî WTO kir ku derheqa bacên zêdekirî yên Amerîka yên hember derfirotina wê yên berhemên alîmînyum û pola biryarekê bide,” WTO ji ser malpera xwe ragihand.

Li gor rêzikên WTO, her du alî divê heta 60 rojan çareserîyeke ji pirsgirêkê re bibînin û dû re jî ew kêşe diçe ber Beşa Çareserkirina Kêşeyan ya WTO.

Serokê Amerîka Donald Trump biryar dabû ku bacên gumrukê ji bazirganîya berhemên alîmînyum û pola yên Tirkî du qat werin zêde kirin û asta baca alîmînyum % 20 û pola jî % 50 zêdetir bin.

Trump ew biryar jiber bernedana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson dabû ku bi hecêta tawanên terorîzmê li Tirkîyê girtî ye.

Girtina Brunson taybetî di nav Krîstîyanên Evancelîk de, ku piştevanên serekî yên Trump in, bûye sedema nerazîbûnên pir kûr û Trump ji di demên dawî de givaştinên xwe bo azadkirina Brunson pirtir kiriye.

“Divê bû wan berî demeke dirêj Brunson azad bikirana. Li gor nerîna min, reftara Tirkîyê pir pir xirab e. Emê bê kiryar, li cîhê xwe rûnenin. Ew nikarin wiha hemwelatîyên me bigirin,” Trump Înîya borî ji nûçegîhanan re gotibû.

XS
SM
MD
LG