Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Yekîtîya Ewrupa Îro Plana Zivirandina Penaberan Gotûbêj Dikin


Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu îro Pêncşemê got ku “herikîna penaberan” ku xwe dispêrin Tirkîyê û Yekîtîya Ewrupa ne mijara bazarê ye, lê kêşeyeke nirxên mirovahî ye.

Davutoglu ew şîroveyên xwe îro Înêli Brukselê, berî civîna xwe ya ligel rêberên Yekîtîya Ewrupa kirin ku her du alî li ser plana zivirandina bi deh hezaran penaberan ji Tirkîyê re gotubêj bikin.

Berevankarên mafên mirovan ew plan bi tundî rexne dikin ku beramber zivirandina penaberan, Yekîtîya Ewrupa jî mafê rêwîtîya bê vîze ya ji herêma Schengen re bide Tirkîyê û prosesa endamtîya Enqerê zûtir bike.

Endama Yekîtîya Ewrupa, Qibris nerazîbûna xwe li hember planê dîyar dike, jiber ku Enqere pênasînê bi hikûmeta nake.

Her du alî jî hevbîr in ku divê kêşeya qaçaxcîyên mirovan bê çareser kirin, jiber ku ew qeçaxcî diravên mezin ji penaberan distînin û ew di şertên pir ne ewle de digehînin Tirkîyê, Îtalya yan Yunanistanê.

XS
SM
MD
LG