Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye, YPGê bi Êrîşa Enqerê Tawanbar Dike, YPG bi Tundî Red Dike


Li paytaxta Tirkîyê li Enqerê roja çarşemê êvarê li ser otobusên servîsa leşkeran êrîşeke bombeyî pêk hat.

Peqîna ku hem nêzî Serok Erkanîya artêşa Tirkîyê hem jî nêzî parlamenê bû, sîvîlek jî din av de 28 leşker hatin kuştin, 61 kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Tikîyê Ahmet Davutoglu jî îro dane nîvro bi daxuyanîyek de got “êrîş ji alîye YPGê hatîye kirin. Navê êrîşkar Salih Necar e, ji Amûdê ye. “

"Banaga min ji wan alîyên ku muameleya rêxistineke demokratik bi YPGê re dikin ewe, çawa ku bi Nusra, Daeş re nikarin li maseyek rûnên, bi YPGê re jî rûniştina masê ne rast e. Ew alîyên ku piştgirîya YPGê dikin, bizanibin ku wê dostanîya me wunda bikin. Neha em eşekere nakin lê mafê me yê meşrû ya heye ku em jî bersîva wan bidin."

Fermandarîya YPGê li ser gotinên Davutoglu daxuyanîyek nivîskî belav kir.

“Daxuyanîya Davutoglu derew e û ji rastîyê dûr e. Davutoglu bi vê daxuyanîyê dixwaze binegehek çeke jibo êrîşên bi ser Rojava.”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan jî got “Her çiqas red jî bikin, derket ortê ku ev êrîş ji alîye YPGê hatîye kirin. Me digot lê ji me bawer nedikirin, bila dostê me jî bibinin ku bi vê êrîşê tekilîyê PYD, YPG û PKKê çawa bihev heye."

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik jî ji ANFê re axivî û got “Em nizanin kî vê êrîşê kirîye, lê dibe ku ciwanên me yên ku jiber qetliamên li Kurdistanê, çalakîyek tolhildanî pêk anîbin. Em dizanin ku demen berê li hember qetlîamên li Kurdistanê çalakîyê bi vî rengî çêdibûn. Her kî kiribe wê di nêz de dîyar bike ku jibo çi kirine."

Bayik di dewamîyê de got ger rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û sîyasetvanên Tirk bêdegîya xwe ya li hember zilma dewletê bilind nekin, ciwanên Kurdan yên ku jiber van qetlîaman hêrs bûne dikarin çalakîyên bi vî rengî pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye ji meha Hezîranê, ji teqîna mitinga HDPê ya li Amedê vir ve li Sirûc, Enqere, Stenbol û disa li Eneqerê çar êrîşên mezin yên bombeyi pêk hatin. Nêzî 200 kes di van teqînan de jîyana xwe jidest dan. Bi sedan kes birîndar bûn.

Li gor daxuyanîyên karbidestên dewletê, êrîşkarên peqînên li Amed, Sirûc, Enqere, Stenbolê, endamên DAIŞê ne.

Ji alîye dine ve îro dane sibê li ser rêya navçeya Lîcê ya Amedê jî dema wesayita leşkeran derbaz dibû teqînek pêk hat û di encamê de 6 leşker jîyana xwe jidest dan.

XS
SM
MD
LG