Ajansa Reuters îro Înê ragihand ku topên Tirkîyê li çeperên YPGê yên li herêma Efrînê xistin.
Reuters ji daxuyanîya YPGê radigihîne ku bi dehan topên tankên artêşa Tirk li mewzîyên wê yên li bakurê rojhilata Efrînê xistine.
Daxuyanîya YPGê dîyar kir ku topbarana ser gundê Dîkmedaş ya bin kontrola YPGê di demjimêr 3ê paşnîvro destpê kir.
Ajansa ANHA jî ew vîdyo belav kir ku dema êrîşa tankan nîşan dide ku îdia kirin tankên Tirkîyê ne.