Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Rapora Pêşketîna 2020 ya YE Rexne Dike


Yekîtîya Ewrupa di rojên borî de rapora ser Tirkîyê weşandibû û gotibû ku Tirkîye di warê mafên mirova û sîstema dadwerîyê de paş de çûye.

Rapor hin xalên paşdeçûnê yek yek dîyar dike û bal dikşîne ku warên pîvanên sîyasî, sîstema hiqûqî, mafên mirovan, aborî.

Di raporê de tê gotin ku di warê koçberî û penaxwezîyê de pêşdeçûn çêbûye.

Karbidestên Tirk vê raporê red dikin û rexneyên tund li Yektîya Ewrupa dikin.

Cahît Kirkazak
Cahît Kirkazak

Hiqûqzan Cahît Kirkazak ji Dengê Amerîka re got ku rapor rastîyên Tirkîyê bi zelalî nîşan dide.

“Ev rapor kêm dibêje, lê zêde nabêje jiber ku Tirkîye berî sala 2020 jî di sala 2020an de jî gelek mafên mirova binpê kirine û di warê hiqûqê de jî her roj paşde diçe.”

Kirkaza bi berdewamî got ku dema yek xeletîyên Tirkîyê dibêje Tirkîye yekser hêrs dibe jiber ku desthilatî dibêje ti kes qala xeletîyên min neke.

ED_08_10_2020_Rapor_Kirkazak
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:12 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG