Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Penaberekî Sûrî Ser Tixubê Tirkîyê û Yunistanê Hate Kuştin


Jêderên ewlekarî yên Tirk îro Duşemê ji Reutersê re got ku penaberekî Sûrî ku hewil dida ji Tirkîyê derbazî Yunanistanê bibe, jiber brînên di encama teqekirina polîsên Yunanî de jîyana xwe hinda kir.

Dîdevanekî bûyerê ji ajansê re ragihand ku kuştina wî penaberî nêzî 40 metre dûrî derîyê sînorî Îpsala ya ligel Yunanistanê qewimî.

Reutersê ragihand ku heta niha hûrgilîyên bûyera kuştinê zelal nebûye, lê Atîna red kir ku tiştekî wiha bi rastî çêbûye.

Berdevikekî hikûmeta Yunanî got ku vîdyoya ku di medaya civakî de tê belav kirin, ku tê de zilamekî ji serê xwe birîndar bûye “nûçeyeke sexte” ye.

“Em bang li hemî kesan dikin ku di raportên xwe de hişyar bin ku propogandayên Tirkan berfirehtir nekin,” berdevikê hikûmetê Stelios Petsas ji ser Twitterê got.

Di rojên dawî de pirtir ji 10,000 penaber hewil didin ku ji Tirkîyê derbazî Yunanistanê bibin, lê nobedarên tixubî yên Yunanî bi gazên îsotê pêşî li wana digirin û nahêlin ku ew ji devera bêmirov ya navbera her du alîyan derkevin.

XS
SM
MD
LG