Li dibistanê Tirkîyê jibo perwerdeh û fêrbûnên zimanê bijartî serîlêdana sala 2022 jibo polên 5, 6, 7 û 8 îro dawî dibe.
Ev serîlêdana zimanê bijartî di 5ê Rêbendanê de destpêkiribû û di 21 Rêbendanê de jî dawî dibû. Lê jiber kêm demê serîlêdana zimanê bijartî heta îro, 7ê Rêşemê hatibû dirêj kirin.
HDP di serî de, jimareke partîyên li Tirkîyê jî banga malbat û zarokên Kurdan kirin ku bila li dibistanan de zimanê Kurdî bijêrin.
HDP’ê jibo ku zarokên Kurd dersa zimanê Kurdi bibijêrin li gelek cîyan kempeyn li dar xistibûn.
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay bi daxuyanîyekê banga li malbatên Kurd kiribû ku dersên zimanê Kurdî bijêrin.
Dîsa hin parlementerên AKP’ê yên Kurd jî jibo serîlêdanê bang kiribûn.
Serokê Giştî yê Partîya DEVA Alî Babacan ragihand ku mafê kesî tunene ku kes li pêşîya zimanê Kurdî astengîyan derxîne. Babacan ji bijartina zimanê Kurdî jî kêfxweşîya xwe anî ziman.
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî ragihand ku heke li pêşîya zimanê Kurdî astengîyek heye bila yekser were rakirin û zarok bi Kurdî perwerde bibin.
Perwerdeya Ziman û Zaraveyên Zindî li dibistanên Tirkîyê de cara yekê di meha Cotmehê 2012’an de destpê kiribû. Li dibistanên navendî li gorî pêzanînên Wezareta Perwerde y Tirkîyê di sala 2012’an de tenê li Amedê di pola 5’an de 37 hezar û 988 xwendekar hebûn û ji van jî 3 hezar û 883 kesan zimanê bijartî an go dersa Kurdî bijartibûn.
Serokwezîrê berê û Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu jî perwerdeya zimanê bijartî axifîbû û gotibû ku ew mafên Kurdan yên xwezayî ye.
“Zimanê Kurdî yê bijartî li gorî min wek mafekî mirovahîyê ye. Di vî warî de reformên ku hatine çêkirin rast in. Jibo perwerdeya vî zimanî bar li ser milê me hemûyan e. Di rojên borî de min jî di hesabê xwe de bang kir ku bila herin dersên zimanê Kurdî bijêrin. Bi nêrîna min zimanê zikmakî jibo hemê kesan pîroz e.”
Hîjayî bîrxistinê ye ku heta niha li kijan bajarî û li kijan dibistanê çend kesî serî li dersa zimanê Kurdî ya bijartî daye zelal nebûye.