Di demekê de ku artêşa Rûsya bi mûşekan û çekên din yên kujer êrîşên xwe yên li Ukrayna didomîne, welatên Rojavayî bi tole û ambargoyan hewl didin ku bersîvê bidin û pîşesazîya berevanîya Rûsya bi toleyan kirin armanc, lê heta astekî.
Welatên Rojavayî herî dawî tole û ambargoyên nû roja Sêşemê ragihand; Amerîka ser hin çêker û rêvebirên çekan toleyên nû dîyar kir ku ew wek "meşîna şer" ya Serokê Rûsya Vladimir Putin bi nav dikir.
Lê, Reutersê iro Yekşemê ser kompanî, rêvebir û veberhênerên ku pişesazîya berevanîyê ya Rûsya pêk tînin, lêkolîneke weşand ku nîşan dide ku hêjmarek berbiçav ya ji wan hêj ti berdêl nedane:
Amerîka, Yekîtiya Ewrupa (YE) û Brîtanya hemberî nêzî 40 serokên kompanîyên çekan yên Rûsî û herî kêm 14 kompanîyên berevanîyê ti tole ranegihandine.
Lêkolîna Reutersê herwiha destnîşan dike ku tole û ambargoyên ser çêkerên çekan û karsazên Rûsî ji alîyê van hevalbendên NATO'yê ve bi rengekî hevnegirtî hatine têne bi kar anîn, jiber ku hin ji wan welatan wan toleyan bi kar tînin lê hin jî bi cîh nakin.
Encamên lêkolîna Reutersê di demekê de tên ku Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku toleyên heyî yên Rojavayî ku dijî Rûsya hatine ragihandin "ne bes in", jiber ku hêzên Rûsî di êrîşa xwe ya ser herêmên rojhilata Ukrayna Luhansk û Donetsk de serketinan, bi dest dixin.