Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heta Niha 24 Kes di Qazayê Trenê de li Tirkîyê Hatine Kuştin


Karbidestên Tirk radigihînin ku heta niha 24 kes di rûdana trafîkê de hatine kuştin, piştî ku treneke rêwîyan jiber baranên xurt ji hêsinrê derket.

Karbidest didine zanîn ku ew qaza bûyera herî xirab ya nav pirtir ji 14 salên dawî ye.

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Ahmet Demîrcan got ku li nexweşxaneyên nêzî cîhê bûyerê 124 birîndar tên derman kirin.

Demîrcan da zanîn ku li nav trenê ku ji bajarê Edîrne diçû Stenbolê, bi giştî 362 rêwî hebûn.

Trena rêwîyan li nêzî bajarokê Çorlu ya Tekîrdag, ku 120 km rojavayê Stenbolê ye, ji hesinrê derketibû, piştî ku axên bin trenê jiber baranên xurt herifîbûn.

XS
SM
MD
LG