Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Hevrêzîya Radestkirina Posta Serokayetîya Amerîka


Di demekê de ku Joe Biden serkeftina xwe û cîgira xwe Kamala Harris ragihandîye û proseya hejmartina dengên mayî li hin cihan hîn jî berdewam e, serokê Amerîka Donald Trump hewl dide ku keysên yasayî bigihîne dadgeha bilind û dixwaze dadgeh biryarê di derbarê encamên hilbijartinan de bide.

Helmeta Trump a hilbijartinan gelek keysên yasayî derbasî dadgehên xwecihî kirine û dibêje heta ew yekalî nebin, serokê nû yê Amerîka diyar nabe.

Li alîyekî din, tîma ku alîkarîyê di amadekirina Biden de dike ji bo Koşka Spî , daxwaza hevrêzîyê ji Trump dike di proseya radestkirina serokayetîyê.

Gelo pêşbînîya çi astenîyan dibe di vê derabrê de, eger Trump bo demeke dirêj encaman red bike?

Dadgeha bilind dikare çi bike û kengî ew dikare biryarê bide?

Helwesta komarîyan çiye û ew çawa nêzîkî van keys û nakokîyan dibin?

Ev keysên yasayî dikarin çi bigerin li ser erdê?

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê li gel Lêkolîner Ceng Sagniç, ku li Waşintona paytext dimîne gotûbêj dike.

Ceng Sagniç
Ceng Sagniç

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:49 0:00


XS
SM
MD
LG