Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî (OFAC) ya Wezareta Xezîneya Amerîkî roja Pêncşemê biryarek derxist, tê de rê dide hemû operasyonên girêdayî şandina alîkarîya mirovî bo erdheja vê hefteyê jibo dema 180 rojan vekirî bin.
Ev biryar destûrê bide ku alîkarî bi hêsanî bigihêje Sûrîyê, di nav de jî deverên jêr kontrola rejîma Sûrî. Tevî ku şandina alîkarîyê berê jî vekirî bû, lê niha ev yek rê dide wan operasyonên darayî ku berê ji alîyê bernameya sizayên Sûrî dihatin qedexekirin.
“Em sersaxîya gelê Tirkîye û Sûrîyê dikin jiber windabûna trajîk ya jiyanê û wêrankarîya di encama erdhejên wêranker de derketin,” Cîgirê Wezîra Xezîneyê Wally Adeyemo di daxuyanîyekê de got.
“Li vê dema ku hevkarên navnetewî û hevparên mirovahî xebata xwe dimeşînin jibo alîkarîya kesên ku ziyan dîtine, ez dixwazin baş zelal bikim ku sizayên Amerîka li dijî Sûrîyê dê rê li ber hewildanên rizgarkirina jîyanê jibo gelê Sûrîyê negirin. Tevî ku bernameyên sizayên Amerîkîa ji berê ve rê li ber hewildanên mirovahî vekiriye, îro Wezareta Xezîneyê vê destûra giştî dide ku rê bide hewildanên girêdayî erdhejê da ku ewên alîkarîyê didin karibin balê bidin tişta herî pêwîst: rizgarkirina jîyanê û nûve avakirinê,” Adeyemo diyar kir.
Sizayên Amerîka dijî rejîma Sûrîyê alîkarîya mirovahî ya rewa nake armanc, Wezaretê got û diyar kir ku ev biryara nû dê hîn bêtir şandina alîkarîya mirovahî bo Sûrîyê hêsan bike, bi taybet di dema vê krîza erdhejê de.
Ji sala 2011'an ve hikûmeta Amerîka hejmareke mezin ji sizayên aborî danîne ser rejîma Sûrî jiber berpirsîya wê di kuştin û tepeserkirina sivîlên Sûrîyê de.
Li gor vê biryarê, dê şandina alîkarîya darayî bo Sûrîyê hêsantir bibe, lê Wezareta Amerîkî da zanîn ku ewê çavdêrîya wê prosesê bike da ku were piştrast kirin ku ew operasyonên darayî jibo hewildanên mirovahî yên jibo qurbanîyên erdhejê pêk werin.
Di encama erdhejên roja Duşemê de, bêtirî 21,000 kes li Tirkîyê û Sûrîyê heta niha jiyana xwe ji dest dane, li gor daneyên fermî yên herî dawî. Ji wan, bêtirî 3,000 li bakurê Sûrîyê mirine.
Wezîrê Derve yê Amerîka, Antony Blinken, di daxuyanîyê de roja Pêncşemê ragihand ku Amerîka 85 milyon dolar wekî alîkarîya hewildanên mirovahî yên girêdayê erdhejê li Tirkîye û Sûrîyê pêşkêş dike.
Blinken tekez kir ku Amerîka dê her alîkarîya qurbanîyên erdhejê li herdu welatan bike madem ku ev alîkarî pêwîst e. Karbidestê Amerîkî herwiha xêrhatina piştgirîya hevparên navnetewî di vî warî de kir.
Ajansa Amerîkî ya Geşepêdana Navnetewî (USAID) ji destpêkê vê bobelatê li başûrê Tirkîyê ye û tîmên wê li ser erdê beşdarê operasyonên alîkarîya mirovahî dibin.