Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trevor Noah Piştî 7 Salan Dest ji Bernameya ‘The Daily Show’ Berdide


Komedyakar Trevor Noah.
Komedyakar Trevor Noah.

Komedyakar Trevor Noah, bêjerê bernameya “The Daily Show” ser toreya Comedy Central ragihand ku ew êdî dev ji wê bernameyê berdide piştî ku heft salan tê de kar kir.

Komedyakarê ku li bajarê Johannesburg yê Afrîqaya Başûr ji dayîk bûye, got ku ewê di dema bê de bêtir karê komedyaya şipyayî anku “standup comedy” bike.

Noah yê 38 salî di sala 2011'an de hate Amerîka û di sala 2015'an de jî cihê komedyakarê navdar Jon Stewart di pêşkêşkirina “The Daily Show” de girt.

Di demeke kurt de, Noah dikarîbû xwe nêzîkî temaşevanên Amerîkî bike û bibe yek ji girîngtirîn medyakarên ku bernameyên pêkenîn û rexnegirtinê dikin.

XS
SM
MD
LG