Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dildarên Derya Wanê Çalakiyan Dardixin


Derya Wanê
Derya Wanê

Îsal, dûyemine care Şahîya Bîsikletê ya derya Wanê a Netewî’ wê di navbera 22-26’ê Tîrmehê de wê jibo parastina rewşa derya Wanê were darxistin.

Odaya Bazirganî û Pişesazîya Wanê (VANTSO) û Navenda Agahîyan ya Yekitîya Ewrûpayê (YE) bi vê helkeftê bi rojnamevanan re civîyan ku roja Duşemê demjmêr 17:00’an de liber keleha Wanê, herî kêm 130 bisîkletvan dê werin cem hev û li derdora derya Wanê di nava 4 rojan de 430 kîlometreyan bisîklet biajon.

Aktivîstê Dildarê Derya Wanê Serkan Seyyahoglu ku di nav amedekarîyen şahîya bisîkletê de cîh digirê, pêwîstîyen jibo parastina derya Wanê wiha anî ziman:

“Em bi vê şahîye armanc dikin ku haya tevayîya Tirkîye ji qirêjbûna Behra Wanê hebe. Jiber vê yekê me jî ji her alîye Tirkîyê bisîkletvan daxwazî bajarê xwe kirin. Herwiha di alîye fermî de jî divê sîyasetmedar erka xwe bicihbînin û demildest ‘Zagona Parastina Behra Wanê’ ji Meclîsa Tirkîyê derbêxin. Banga me ewe ku her kes xwedî li Behra Wanê derkeve.”

Hêjayî gotinê ye ku li gor zanyaran, eger pêngavên pêdvî neyên havîjtin heya 25-30 sal din jiya derya Wanê dimîne.

Arif aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:05 0:00

XS
SM
MD
LG