Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Rûbirûyê Nîşaneyên Sivik yên Korona Dibe, Biden Payama Qencbûnê Dişîne


Karbidestekî Qesira Sipî ji AP re ragihand ku Serok Trump nîşaneyên sivik yên vîrusa koronayê nîşan dide.

Serok Trump ji Twitterê ragihandibû ku ew û hevjîna wî Melania bi vîrusa korona ketine.

‘’Îşev, testa Xanima Yekê û ya min ya COVID-19 pozîtîf derket. Emê bi lezgînê dest bi peyvajoya karantîn û dermankirinê bikin. Emê HEVRE vê vîrusê têk bibin.’’

Doktorê Qesira Sipî Sean P. Conley ragihand ku rewişa Serok Trump û Xanima Yekê Melania Trump rind e û ewê di karantînê de bimînin.

Qesira Sipî ragihandibû ku hemî çalakîyên Serok Trump hatine betal kirin.

Joe Biden, rikeberê Demokrat yê Trump ji ser Twitterê peyamek ji wî re şand û silametî ji Serok Trump û hevjîna wî Melania re xwest.

“Jill û ez saxî û qencbûnê ji Serok Trump û Xanima Yekê Melania Trump re dixwazin. Emê bi berdewamî jibo bijûnî û ewlehîya serok û malbata wî dayan bikin.”

Hevdem, Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jî ragihand ku testa wî ya korona negatîf derketiye.

Berbijara Demokrat ya jibo cîgirtîya serokê Amerîkî, Sernator Kamala Harris jî li ser Twitterê peyamek ji Serok Trump re şand.

“Doug û ez tev li Joe Biden û Dr. Biden dibin û qencbûneke lez û xurt ji Serok Trump û Xanima Yekê re dixwazin. Em jibo wan û bo hemî malbata Trump silametî dixwazin.”

Trump berî ragihîne ku ew bi vîrusa korona ketiye gotibû ku jiber ku şêwirmenda wê Hope Hicks bi vîrusê ketiye.

Hicks, bo dîbeyta bi berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden re, bi Trump re bi firokê çûbû Clevelandê û dûre jî bi wî re derbazî Minnesota bûbû.

XS
SM
MD
LG