Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ewê dawîya hefteyê jibo dîyarkirina berbijarên bajarvanîyan yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) kom bibin.
Erdogan dîyar kir ku ew hewil didin ku berbijarê bajarvanîyê yê Enqerê roja Yekşemê ragihînin.
‘’Roja Yekşemê emê berbijarên Enqere û bajarên din yên mane eşkere bikin. Hevalên me hazirîyan dikin. Em hewil didin ku roja Yekşemê berbijaran eşkere bikin.’’
Wî got ku ew hevkarîya bi Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) re jî didomînin û dîyar kir ku li Manîsa û Mersînê ew partî xebatên jibo berbijarên bajarvanîyê dimeşîne.
Erdogan dîyar kir ku kesên rikeberîya wan dikin wê di hilbijartinên 31’ê Adarê de têkçûneke mezin bibînin.
AKP’ê di rojên borî de dîyar kiribû ku berbijarê bajarvanîyê yê Stenbolê Murat Kurum e.
Stenbol û Enqere di destê rikeberîyê de ne û bajarvanên wan Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş jinûve ji Partîya Gel ya Komarî (CHP) berbijar in.
Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), ku li gor pisporên sîyasetê li bajarên mezin yên li rojava Tirkîyê dîyarker e, îro Înê ragihand ku ewê li Enqerê berbijarê xwe derxe, lê jibo Stenbolê helwesta wê hîn nehatiye eşkere kirin.
Jêder: NTV