Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya Tirkîyê jibo rêza axaftina propagandayê berbijarên serokomarîyê ya li kanala TRT, ku medyaya dewletê ye, pişk avêt.
Jibo axaftina pêşî ji berbijarên serokomarîyê Kemal Kiliçdaroglu di rêza yekê de ye û li dû wî Sînan Ogan, Muharrem Înce û Recep Tayyîp Erdogan tên.
Di axaftina duyê de, Muharrem Înce li pêş e û li dû wî Kemal Kiliçdaroglu, Sînan Ogan û Recep Tayyîp Erdogan hene.
Berbijarên serokomarîyê dê jibo mafên xwe yên propagandayê ya li TRT’ê dê ji 7’ê Gulanê û 13’ê Gulanê biaxifin.
Eger hilbijartin bimîne gera duyê, axaftinên propagandayê dê di 24’ê Gulanê de destpê bike heta 27’ê Gulanê bidome.
Her berbijarekî du caran mafê wî yê propagandayê heye û dema axaftinê her carek jî 10 deqe ye.
Jêder: YSK