Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanala Dewletê ya Tirkîyê Fîlmên Kovboyan ji Weşanê Radike


Kanala dewletê ya Tirkîyê, TRT ragihand ku ser rexneyên temaşevanan, fîlmên kovboyan ji weşanê hatine rakirin.

Berpirsekî TRT’ê ji medya Tirk re dîyar kir ku piştî toleyên Amerîka yên dijî Tirkîyê gelek kes ji kanalê xwestinê ku fîlmên kovboyan êdî nedin weşanê.

‘’Em ser rexneyan fikirîn û me heq da wan. Me dîmenên western ji weşanê rakirin. Li şûna wan em dê fîlmên Tirkan biweşînin’’ berpirsê TRT’ê got.

TRT’ê herî dawî, di 19’ê Tebaxê de ‘’Feqa Nefretê’’ ya sala 1971’an, ku têde John Wayne dilîze, weşandibû.

XS
SM
MD
LG