Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje ku Hevdîtina bi Biden re Baş Derbaz Bû


R. T Erdogan
R. T Erdogan

Serokamarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Hilcivîna Serokên G20 li Romayê preskonferansek li dar xist û got ku hevdîtina wî ya bi Serokê Amerîkayê Joe Biden erênî derbaz bû.

Bala Tirkîyê li ser vê hevdîtina Erdogan û Biden bû. Ev civîn 20 deqe hatibû plankirin lê 70 deqe berdewam kir. Piştî vê civînê jî mijarên ku li ser hatine sekinîn jî zelal bû.

Erdogan ragihand ku, li ser meselên Bakurê Sûrîyê, Afqanîstanê, balefirên F-16, ewlekarî, aborî û bazirganîyê rawestîyane. Erdgan ev hevdîtin nîrxan û amaje kir ku pêvajoya ku dimeşe wê wek berê nebe û gotinê xwe wiha domand:

“Li Sûrîyê rêxistinên terorê wek PKK, PYD, YPG hene. Bi taybet jî ji Amerîkayê alîkarî digrin. Me jî wan re got, em wek dewleteke NATO’yê ji vê alîkarî dayîna we xemgîn in û ev hevkarîyana navbera me xirab dike. Me pêşnîyareke anî û got Wezîrên Karên Der yê her du alî bila têkilîyên xwe gurtir bikin. Ez hêvî dikim ku pêvajoya ku dimeşe wê êdî wek berê nebe.”

Beramberî vê, Biden bersîveke çawa daye Erdogan li ser vê ranewestîya, lê wî ragihand ku wan pirsgirêka F-35 jî anîye ziman, lê piranî li ser F-16 sekinîne. Ev yek jî Erdogan wiha dîyar kir:

“Em di hevdîtinê de li ser parastinê jî sekinîn. Hun jî dizanin ku me 1 mîlyar û 400 mîlyon dolar jibo F-35 dabû. Em vê pêvajoyê dikarin çawa bînin asteke baş, ser vî axivîn. Lê li vê derê herî zêde F-16 hate rojevê. Ji xwe Wezîrê Bergirîyê yê me û Amerîkayê vê pêvajoyê jî dimeşînin.”

Di hevdîtina Biden û Erdogan de mesela Afqanîstanê jî hatîye rojevê. Erdogan amaje kir ku, pênc meh berê gava li Burîkselê hevdîtin çêkiribûn rewşeke taybet hebû, lê ew rewş êdî gorîyaye û leşterên wan jî li Afqanîstanê vekişane. Erdogan ev mijar jî wiha dîyar kir:

“Mijara Afqanîstanê hate rojevê. Di civîna me ya Brukselê de Balefirgeha Afqanîstanê ya Karzayî mijareke taybet bû. Lê wisa b[yer qewimîn ku me leşkerên xwe ji Afqanîstanê vekişandin. Li gel Qatarê hevdîtinê me hene. Di vî warî de me behsa vana jî kir.”

Di vê hevdîtinê de “Mekanîzmayeke Hevpar” jî hatiye rojevê. Erdogan gava li ser vê jî sekinî ragihand ku, ev mekanîzma di qada aborî û bazirganîyê de wê karê xwe bidomîne.

ED_01_11_2021_Erdogan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00

XS
SM
MD
LG