Trump û Kim demeke kin bi hevre li ser kursî rûniştin da ku rojnmevan bikaribin wêne û dîmena bigirin.
“Hêsteke pir hêja ye. Emê hevdîtineke pir hêja pêk bînin û bi nêrîna min ev hevdîtin dê gelek serketî be. Ev ji min re serbilindîyek e. Peywendîyeke me ya baş wê hebe û ez di vê yekê de bê guman in.”
Kim jî dîyar kir ku giheştina vê konaxê bi hêsanî pêk nehat.
“Dema borî li ser baskên me wek zencîr bû û kiryar û pêşhikûmên kevn li pêş me bûn asteng, lê me dikarîbû hemîyan têk bibin û bigehijin vê kelîyê ku em tê de ne, ” Kim got.
“Erê rast e,” Trump tev li gotinên Kim bû