Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Macron Îro li Qesra Sipî Dicivin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê, Serokê Fransî Emmanuel Macron li Qesra Sipî bi fermî pêşwazî dike.

Trump û Macron wê dest bi hevdîtinên fermî bikin û dû re jî beşdarî li xwarina şîvê ya fermî bikin.

Di seremonîya fermî de, li ber e ji hemî pênc beşên leşkerîya Amerîkî, nêzî 500 kes beûdar bin û di xwarina fermî ya yekê ya Trump de, Operaya Netewî ya Washington wê amade be.

Di naveroka hevdîtinên dualî de kêşeyên cîhanî yên wek şerê li Sûrîyê, programa navokî ya Îranê û plana Trump ya danana bacên ser derkirîna alumînyum û pola jî cîh bigirin.

Çaverê ye Macron hewil bide ku Trump qane bike ku pêdivî ye hêzên Amerîkî, piştî bi temamî têkbirina DAIŞ’ê jî, ji Sûrîyê venekişin.

“Divê em piştî şer, Sûrîyeke nû ava bikin. Loma jî bi nêrîna min rola Amerîka pir girîng e jiber ku Amerîka çavkanîya dawî ya hewlên aştî û piralîbûnê ye," Macron berî hatina Amerîka gotibû.

Macron dîyar kiribû ku vekişîna wan ji Sûrîyê hêlana qada Sûrîyê ji Îranê û rejîma Esad re ye.

“Ez bi vekirî bêjim ku ger em ji Sûrîyê derkevin, emê meydanê ji Îranê re û ji rejîma Esad re bihêlin û ew jî hazirîya şerekî nû bikin,” Macron hişyarî dabû.

Hêjayî balkişandinê ye ku Trump pir caran serbilindî bi hevaltîya xweya bi Macron re ragihandibû û jiber wê yekî jî Macron wek mêvanê yekê yê fermî yê di bin rêvebirîya xwe de vexwendîbû Washingtonê.

Li ber e Macron roja Çarşemê di rûniştineke hevbeş ya Kongresa Amerîkî de axaftinekê bike.

XS
SM
MD
LG