Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Min Mijara Desthebûna Rûsan ya di Hilbijartinê de bi Putin re Gotûbêj Kir


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku wî di hevdîtina ligel Putin de "demeke fireh" da mijara maytekirina Rûsya ya nav hilbijartinên Amerîkî ya sala 2016’an, lê wî rastxwe Putin rexne nekir.

"Di hevdîtina îro de min mijara desthebûna Rûsan ya di hilbijartinên me ya 2016’an de anî pêş. Bi bawerîya min rêja herî baş ya gîhandina vê peyamê ev bû," Trump di preskonferansa hevbeş ya bi Putin re, ji nûçegîhanan re got.

Dezgehên îstixbaratî yên Amerîkî, piştî vekolîna dirêj giheştibû wê nêrînê ku Rûsya mudaxeleya hilbijartinan kiriye, lê Putin îro ew yek înkar kir.

"Divê dubare bikim ku dewleta Rûsî qet maya xwe di hilbijartinên Amerîkî de nekir û plana me tuneye ku em xwe tev li prosesa hilbijrtinê ya Amerîkî bikin,” Putin got.

Wek bersîva pirsekê ku Trump di mijara maytekirina hilbijartinê de li kê bawer dike,Trump got ku “bawerîya wî bi dezgehên îstixbarata Amerîkî xurt e, lê Putin jî bi xurtî ew îdia red kiriye.”

XS
SM
MD
LG