Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Putin Îro Cara Yekê Rûbirû Hevdîtinekê Pêk Tînin


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin cara yekê îro Înê li Hamburgê, rûbirû hevdîtinekê pêk tînin.

Her du rêberên ku bo hilcivîna G20 li Almanya ne, wê bicivin û jimareke mijarên girîng yên wek şerê Sûrîyê gotûbêj bikin.

Trump berê gotibû ku ew dixwaze li hin rêkan bigere ku bi Putin re bixebite, tevî ku cudabîrîyên wek helwesta Rûsya li Sûrîyê û Ukrayna û îdiayên maytekirina Rûsan ya di hilbijatinên seroktîyî de, pêkanîna wê dijwar dikin.

"Ez li benda hemî civînên xwe yên îro me û hevdîtina min ya ligel Vladimir Putin jî di nav de. Gelek tişt hene ku li benda nîqaşê ne. Ezê bi başî nûnertîya welatê me bikim û bo berjewendîya wê şer bikim!" ," Trump îro di Twîtterê de got.

Çaverê ye ku Trump jibo pêkanîna hevdîtina ligel Putin ji hilcivîna G20 zûtir derkeve.

XS
SM
MD
LG