Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bandora Kombûna Trump û Putin li Ser Sûriyê


Kombûna serokê Amerîka Donald Trump û serokê Rûsya Vladimir Putin bû cihê gelek reaksîyonên navxweyî li Amerîka ku rexnegirên Trump preskonferansa wî wek xirabtirîn konferas bi nav kir.

Ew dibêjin Trump aliyê Putin da ser dezgehên agahdariya Amerîka, dema behsa vokolînên destêwerdana Rûsya di hilbijartinan de kir.

Di derbarê nêzîkbûna wan li dor Sûriyê, rexnegir dibêjin pêwîst nedikir Trump ligel Putin, ê ku destê wî di kuştina xelkê Sûriyê de heye, erê bike.

Trump di piştgiriya Îsraîlê û şerê dijî Daişê de li Sûriyê, pesna Rûsya da.

Gelo wê encamên vê kombûnê li ser asta navxweyî ya Amerîka çawa bêne wergerandin?

Ew dikare çi bandorê bide ser rewşa Sûriyê û hewlên dîtina çereseriyeke giştî bo şerê navxweyî?

Erêkirina Trump û Putin li dor Sûriyê dê bêhtir di berjewendiya Rûsya û rejîma Esed de ne yan na?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:

Mehmûd Ebbas, şîrovekarê siyasî ku li wîlayeta Texas dimîne û nivîskar Elî Mislim ku li Tirkiyê dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

Hest û Helwest 17_7_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:32:24 0:00

XS
SM
MD
LG