Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanders: Trump Pêşnîyar Kir ku Hevdîtina ligel Putin li Qesra Sipî Be


Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders dibêje ku Serok Donald Trump pêşnîyar kir ku hevdîtina ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin li Qesra Sipî pêk were.

Sanders li ser planên hevîdîtinê ti hûrgilîyên did nedan.

Pêşnîyar di axaftina telefonî ya 20ê Adarê ya navbera her du rêberan de hate kirin. Trump piştî axaftinê got ku ew hêvîdar e ku di siberojeke ne gelek dûr ge bi Putin re hevdîtinekê bike.

Berdevkê Kremlînê Yuriy Ushakov dabû zanîn ku Trump, Putin vexwendîye Qesra Sipî.

Ushakov dîyar kiribû ku jiber kêşeya di navbera Rûsya û Amerîka de, hevdîtina her du serokan ‘’ji her tiştî girîngtir e’’ û gotibû ku dema hevdîtinê hîn eşkere nebûye.

XS
SM
MD
LG