Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau îro Înê got ku ger Washington gefa danîna baca gumrikê bîne jîyanê ewê bersîvdaneke demûdest ya bi hêz bide.
Trudeau hişyarî da Kanadîyan ku ew dikarin bi demên dijwar re rûbirû bimînin.
"Ezê bi eşkereyî bibêjim ku gelê me dibe ku di roj û hefteyên pêş de, bi demên dijwar rerûbi rû bimîne. Dibe ku Kanadayî bi xem û fikar bin, lê divê hun bizanin ku hikûmeta federal û hemî dezgehên hikûmetê li pişta we ne," Trudeau got.
Serokwezîrê Kanadî ev daxuyanî di civîna şêwirmendî ya ser têkilîyên Kanada-Amerîka da û got ku welat êwan di qonaxa krîtîk de ye.
"Em jibo bersîvdanekê re amade ne. Bersîvdaneke bi mebest, hêzdar, lê maqûl û lezgîn. Ew ne tiştekî li gor daxwaza me ye, lê ger ew gefa bacê têkeve jîyanê emê jî pêngavên xwe bavêjin. Hemî bijarê li pêş me ne," wî di axaftina televîzyonî de got.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Ottawa 75 ji sedê berhem û xizmetên xwe yên giştî difroşe Washingtonê û ger danîna bacên gumrikê bibe rastî, aborîya wê dikane bikeve bin zararên mezin.
Serokê Amerîka Donald Trump sibê Şemîyê wek roja dawî ya nîşan dabû ku piştî hîngê % 25 baca gumrikê li ser tişt û berhemên ji Kanada û Meksîko were danîn.