Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau dîyar kir ku ewê dijî Rûsya toleyên nû ragihînin.
Trudeu da zanîn ku ew toleyên nû dê bersîva referendumên sexte bin ku Rûsya li 4 herêmên dagirkirî yên Ukrayna çêkirine.
Wî got ku ewê bi ti awayî encamên wan referandumên sexte qebûl nekin.
Serokwezîrê Kanada dîyar ku Rûsya dixwaze bi referandumên sexte zararê bide serwerîya Ukrayna û got ku ewê dijî sazî û kesên tilîya wan di wan karan de heye toleyan ragihînin.
Referandumên li 4 herêmên dagirkirî 5 rojan dom kir.
Karbidestên Moskowê erkdar kiribûn do Sêşemê dîyar kirin ku encam raber dikin ku ew herêm dixwazin bibin axên Rûsya.
Trudeau da zanîn ku Kanada bo ew dengên ne-rêwa neyên pejirandin bi hevbendên navneteweyî re danûstandinê dike.
Welatên Rojava kiryarên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.