Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Zelenskyy jibo Aştîya bi Tevlêbûna Amerîka Ne Amade Ye


Serokê Amerîka Donald Trump piştî hevdîtina bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy peyemek ji platforma Truth Social weşand.

"Me îro civîneke pir watedar li Qesira Sipî kir. Gelek tişt hatin hîn bûn ku bê soxbeteke wanî ya germ û bin givaştinên wiha de qet nedihat fem kirin. Tiştê ku bi hestan derdikeve ecêb e, û ez gihêştim vê nêrînê ku Serok Zelenskyy jibo aştîyeke bi tevlebûna Amerîka ne amade ye jiber ku ew hêst dike ku tevlêbûna me di danûstandinan de avantajeke mezin dide wî. Ez aventajê naxwazim, AŞTÎYÊ dixwazim. Wî li Ofîsa Oval ya hêja, bê rêzî li Amerîka kir. Ew, dema ku jibo Aştîyê amade be, dikare vegere."

Hêjayî bîrxistinê ye ku sedema hatina Zelenskyy îmzakirina peymaneke derbarê madenên giranbuha li Ukrayna bû.

Peymana ku di rojên dawîn de hatibû gotûbêj kirin wê dewlemendîya madenî yên mezin yên Ukraynî ji Amerîka re vedikir.

Trump dixwaze ku şerê li Ukrayna biqedîne, têkilîyên bi Rûsyayê re baştir bike û ji Kîevê dixwaze ku bi mîlyar dolarên ku jibo piştgirîkirina hatine dayîn vegerîne.

XS
SM
MD
LG