Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Melîk Abdulah Îro li Washingtonê Ser Siberoja Gaza Dicivin

(arşîv)
(arşîv)

Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê bi Melîkê Urdunê Abdulah re kom dibe.

Serok Trump di rojên borî de dîyar kiribû ku ewê Gaza jinûve ava bikin û Filîstînîyan jî li dewletên wek Urdunê bi cîh bikin.

"Ger Urdun, ku hevbenda Amerîka ye, bicîhkirina Filîstînîyan red bike emê alîkarîyên jibo wî dewletî rawestînin," Trump gotibû.

Hin pispor dibêjin ku ne dûr e ku wan gefên Trump di civînê de bibin sedema girjîyê.

Dewletên Ereb dijî plana Trump ya ser Gaza bertekên tund nîşan dan.

Melîk Abdulah gotibû ku ew hemî gavên ser dagirkirina axê û dersînorkirina Filîstînîyan red dike.

Çaverê ye Melîk Abdulah îro Sêşemê ji Trump re bêje ku gavên wisa wê tundrêbûnê xurt bikin, tevlihevî çêkin û zararê bidin aştîya bi Îsraîlê re û jibo siberoja wê gefan bînin.

Trump roja Duşemê li Qesra Sipî ji rojnamevanan re gotibû ku ew bawer dike ku Melîk Abdulah penaberên Filîstînî qebûl bike.

Wî li ser pirseke derbarê redkirina penaberan û qutkirina alîkarîyên jibo wan dewletan gotibû ku ger ew penaberan nestînin dibe ku ew alîkarîyên jibo wan dewletan bisekinîne.

Urdun di navbera Erebistana Saudî, Surîye, Îsraîl û Kenara Rojava de ye û ew dewleta bi 11 mîlyona kes jibo pirtir ji 2 mîlyon penaberên Filîstînî mazuvanîyê dike ku ew jibo rêvebirîya welêt ji demeke dirêj vir ve fikaran çêdikin.

Dewleta Urdunê bi dehan salan e ji Amerîka alîkarîya leşkerî û aborî distîne ku niha Washinton salê pirtir ji 1 mîlyar dolar dide wê.

Urdunê sala 1994an bi Îsraîlê re peymana agirbestê îmza kir, lê peywendîyên her du dewletan di girjîyê de ne.

Plana Trump di vê demê de hat ragihandin ku agirbesta Hamas û Îsraîlê dikare bişikê.

Hamasê do Duşemê dîyar kiribû ku Îsraîl agirbestê binpê dike û heta ragihandine nû ew berdana dîlên Îsraîlî disekinîne.

Trump ser vê daxuyanîya Hamasê gotibû ku ger tevahîya dîlan heta dawîya hefteyê bernede, agirbest wê pûç bibe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ser plana Trump got ku hêja ye ew derbarê wê planê danûstandinan bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG