Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Trump bi Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî re Axivîye

Li gorî raporekê, serokê Amerîkayê Donald Trump roja Yekşemê ji bo nîqaşkirina şerê dijî rejîma Îranê û geşedanên siberojê, telefona serkirdeyên Herêma Kurdistana Îraqê kiriye.

Ajansa nûçeyan Axios dibêje sê çavkanîyan gotiye ku serok Trump telefonî serokê partîya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê Bafel Talabanî kiriye. Ew dibêje ku telefon roja Yekşemê, rojekê piştî êrîşa li ser rejîma Îranê pêk hatiye.

Çavkanîyekê gotiye ku naveroka telefonê "hestdar" bû û red kiriye ku hûrguliyan bide.

Çavkanîyeke din gotiye ku telefon berhema çend mehan a lobîya li pişt perdê ya serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bû.

Rayedarekî gotiye, "Nerîna giştî û bêguman nerîna Netanyahu ew e ku Kurd dê derkevin meydanê û dê serî hildin."

Li gorî raportê, Netanyahu di hevdîtina Koşka Spî ya bi serok Trump re de berevanîya Kurdan kiriye.

Dema ku ji peyvdara Koşka Spî Carolyn Leavitt bi taybetî li ser van telefonan pirs bû, wê red kir ku hûrguliyan bide.

Peyvdara Koşka Spî ji Axios re got: "Serok Trump di çend rojên borî de bi gelek hevalbend û hevkarên xwe yên li herêmê re di têkiliyê de ye."

Axios dibêje ku Pêşmerge, bi dehsalan ezmûna xwe ya şer, dikare bibe "alîyek girîng" li ser erdê ji bo helmetên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê.

Lê ew dibêje ku ev dikare bibe sedema tevlihevîyan, ji ber ku Kurdan bi Tirkîyê re, ku hevalbendeke Amerîka û NATO ye, têkilîyên dijminane hene.

Her çend siyasetmedarên Amerîkî bawer dikin ku Netanyahu dibe ku hejmara Kurdên ku dibe li dijî Îranê çekan hilgirin zêde texmîn kiribe jî, çavkanîyê ji Axios re gotiye: "Ev hejmar ne tiştek e."

Wî gotiye: "Rola wan di şer de an jî rola wan di Îrana piştî şer de ji nirxandina min wêdetir e."

XS
SM
MD
LG