Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Diçe Michigan û Wisconsin û Biden li Delaware Dimîne


Serokê Amerîka Donald Trump helmeta xwe ya hilbijartinan dibe wîlayetên Michigan û Wisconsin, berî destpêkirina geştekê bi aliyê wîlayetên rojavayî de, ji bo wergirtina piştgiriya siyasî ya hilbijartinan.

Rapirsiyên seranserî welêt diyar dikin ku kandîdê demokrat Joe Biden di pêş Trump de ye.

Piştî çend rojan ji xweşbûna ji vîrusa koronayê û berî kêmtirî sê hefteyan ji hilbijartinên roja 3ê yê meha 11an, serok Trump li seranserî wîlayetên Amerîkî digere, da ku piştrast bike wîlayetên ku berê lê serketibû, dîsa jê re bimînin.

Trump di hilbijartinên sala 2016an de, li wîlayetên Michigan û Wisconsin biser ketibû, lê rapirsî diyar dikin ku ew li wan wîlayetan îsal li paş Biden e.

Joe Biden, ku di van demên dawî geştên xwe bêhtir kirine, plan dike ku îro Şemiyê li wîlayeta Delaware bimîne.

Biden bi tundî rexneyan li Trump dike li dor bersivdayîna wî ya vîrusa koronayê.

Trump jî, ku kêm caran mask bi kar tîne, dibêje Amerîka vîrusa koronayê dorpêç dike û dê nîzîk vaksînek jê re bê dîtin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG