Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê Dengê Xwe li Florida Bide û Biden Diçe Pennsylvania


Serokê Amerîka Donald Trump dê îro Şemiyê dengê xwe li wîlayeta Florida bide, berî ku tevlî helmeta hilbijartinê bibe li sê wîlayetên biryarnebir. Ta niha bêhtirî 53 milyon Amerîkî dengên xwe dane.

Trump dê bi awayekî kesayetî dengê xwe li West Palm Beach bide, piştî ku wî sala borî cihê mayîna xwe ya demdirêj ji New Yorkê bo Florida guherand. Ji bo qezenckirina serkeftina di hilbijartinan de, pêwîste Trump li Florida bi serkeve.

Rikeberê wî yê Demokrat Joe Biden û hevjîna wî Jill, dê biçin wîlayeta Pennsylvania, ku ew jî wîlayeteke biryarnebir e.

Serokê berê Amerîka barak Obama, ji bo piştgiriya Biden, dê li Florida tevlî helmeta Biden bibe piştî diyarbûna xwe ya yekem li wîlayeta Pennsylvania.

Li gor agahdariyên Projeya Amerîkî ya Hilbijartinan, dengdana pêşwext a îsal tomarên bêhtirî sedsalekê şikandin, ku hîn 10 roj jî ji helmeta kandîdan re mane.

Hejmara berbiçav a dengdana pêşwext, nîşanek e ku rakêşaneke berbiçav di navbera Trump û Biden de heye, û ew her wiha diyar dike ku xelkê metirsî hene li dor tevlêbûna kombûnên mezin di roja hilbijartinan de, roja 3ê yê meha Mijdarê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG