Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Rexne li Beşdarnebûna Brîtanyayê di Êrîşên Destpêkê Yên Ser Îranê De Kir

Serokê Amerîka Donald Trump careke din rexne li Brîtanyayê kir ji ber ku beşdarî êrîşên destpêkê yên Îsraîl û Amerîkayê yên ser Îranê nebû û got mixabin ku ew peywendî wek berê nemaye.

Di hevpeyvînekê de bi rojnameya Sun re, serok Trump got ku Amerîkayê ji bo operasyonên leşkerî li Rojhilata Navîn ne hewceyî Brîtanyayê ye, lê serokwezîr "divê alîkarî bikira."

Wî her wiha Fransa wekî welatekî bi nav kir ku wî got di vî warî de pir baş kiriye, û got ku performans û berteka Brîtanyayê ji hevalbendên din cuda bû.

Êvara Yekşemê, Serokwezîrê Brîtanyayê Kier Starmer ragihand ku ew ê destûrê bide Amerîkayê ku baregehên leşkerî yên Brîtanyayê ji bo êrîşên berevanîyê bikar bînin. Lêbelê, ev baregeh di êrîşa destpêkê ya li ser Îranê de nehatin bikaranîn.

Starmer roja Duşemê got, "Trump nerazîbûna xwe ya li hember biryara me ya beşdarnebûna êrîşan nîşan da, lê karê min ew e ku ez diyar bikim ka çi di berjewendîya neteweyî ya Brîtanyayê de ye."

XS
SM
MD
LG