Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Çîn Dê Çekan Neşîne Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê ragihand ku vekirina Tengava Hormuzê ji alîyê Amerîkayê ve dê Çînê kêfxweş bike.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got: "Çîn gelekî kêfxweş e ku ez bi awayekî mayînde Tengava Hormuzê vedikim. Ez vî tiştî bo wan û herwiha ji bo cîhanê dikim."

Trump diyar ku ku Çîn "razî bûye ku çekan bo Îranê neşîne. Serok Xi (Jinping) dê hembêzeke mezin bide min dema ku ez piştî çend hefteyan biçim wir. Em bi zîrekî û bi awayekî baş bi hev re kar dikin. Ma ev ji şer ne baştir e? Lê bibîr bînin ku em di şerkirinê de jî baş in -- bêtir ji her kesekî din."

Biryar e Serokê Amerîkayê di nîvê Gulanê de bi serdaneke fermî biçe Çînê. Di wê serdanê de dê gelek mijarên siyasî, leşkerî û aborî werin gotûbêjkirin.



This item is part of
XS
SM
MD
LG