Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Hefteya Bê Dê Gelek Amerîkî bi Korona Bimrin


Serokê Amerîka Donald Trump ji Amerîkiyan xwest ku xwe ji hejmareke mezin a qurbaniyên vîrusa korona re amade bikin, di demekê de ku welat rastî du hefteyên herî dijwar tê, li gor axaftina Trump.

Wî ji peyamnêran re got:

“Dê hejmareke mezin a miriyan hebe.”

Trump berevaniya hikûmeta fedralî kir ku tê rexnekirina li dor dabînnekirina maşînên pêwîst ên henasvedanê ji bo nexweşan, û got hakimên hin wîlayetan daxwaza maşînan dikin ku bêhtirî pêwîstiya wan e.

Trump dibêje dê bi hezara leşker bên şandin bo wîlayetên ku tuşî vîrusa korona bûne ji bo alîkariyê.

Tê zanîn ku hejmara herî mezin a keysên vîrusa korona li Amerîka ye, ku 300,000 keys derbas kiriye û bêhtirî 8,000 kes mirine, li gor amarên ajansa Reutersê.

Trump got:

“Em ê bigihin demekê ku wê gelek metirsîdar be... me hejmareke wiha mezin berê nedîtiye. Renge di dema şer de, dema şerê cîhanî yê yekem yan duyem de.”

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG